XELKÊ HATÎ
Keya, Qiral Warpalawas pîrozbahîyên xwe bo Xwedayê Nebatan pêşkêş dike. Relîefê li ser zinar, yê bi hîeroglyf – Kîtabeya Hîttîtî ji Îvrîz.
*CHETA FOLKET
HATÎ
HITTITI
HETTITER
Not: `Em ji dêlva; Hettîter, Hetîter, Hetêer an jî Hîttîter ve navê Chetafoklet, yanî Xelkê Hatî minasib dibînin, ji ber wê yekê jî, em navê Xelkê Hatî zêdetir bikar tênin`.
HATÎ
HITTITI
HETTITER
Not: `Em ji dêlva; Hettîter, Hetîter, Hetêer an jî Hîttîter ve navê Chetafoklet, yanî Xelkê Hatî minasib dibînin, ji ber wê yekê jî, em navê Xelkê Hatî zêdetir bikar tênin`.
Hettiter, Hetiter, Hetéer, (a rasttir Hittiter) an
jî Chetafolket, yanî Xelkê Cheta. (Bi hebrî hittim, bi asûri hatti, bi misrî
heta* xelkekî navdar ku hê ji dama Încîla kavn de dihat naskirin. Di derheqê
Hîtîtan de du dîtinên, fikrên (tradisyon) sereke hene: 1) wan gelek dewletên
piçûk li bakurê Sûrî ava kirin, 2) ew bi kenanîyan, bi amorîtan û h. w. d. re
parçeyek ji xelkê kevnar ên Filistînî pêk tên. Ev îdîaya dawî aîdî ew qismên ku
vê dawîyê li Pentateuken (û Hesekiel), yanî li kitêba Hz. Mûsa hatine zêdekirin
û ew yek qet ne hêsan e ku mirov qîmetek dîrokî bide wê dîtînê; ekserîyeta
lêkolîneran di wê dîtinê de refleksek pir kevnar, ya rewş û peywendîyên di
navbera gelan de dibînin, ji ber wê yekê gelek wê îdîayê wek çêkirinek
(kostuksîyonek) derenmayî û ne dîrokî dibînin. Dîsa ew îdîaya ewil, ya ku di
dîroka edebiyata kevn ya di Încîla Kevn de cî digre, bi awayekî pêbawer ew
rewşên siyasî yên di destpêka hezarsala 1:emîn ya berî Îsa (b. Î) de dide
diyarkirin û ew yek bi temamî di kîtabeyên Asûrîyan de hatîye îspat kirin, yên
ku bênavbir û mitemadîyen behsa êrîş û seferên şer yên li dij mîrekên hatîya dikin, (hettit- hattî),
li bakurê Sûrî, ji Tîglatpîleserê I bigre (teqrîben 1100) heta Sanherîb
(704-681), ya ku dide xuya kirin ku bi temamê dawî li ew mîrekîyên serbixwe
tînin.
*Nîşaneyên ḥ ya ku nuqtek li bin û h ya ku xêzek li bin transkrîpsîyonên
zanistî yên ku ji deng peyda dibin, bi awayekî hêsan ew dikare wanî were teswîr
kirin: h ya ku xêzek li bin =
(wek) dengê ach yê almanî ye, ḥ ya
ku nuqta li bin dengekî qelstir e ji dengê ach,
lê ji (normal) h hê bihêztir e. Ji
ber wê yekê teswîr kirina hêsan û baş a dengê ḥ ya ku nuqte li bin, bi dengê h ya (normal) dibe, ango ḥîttîm
bi ḥ ya
bin bi nuqte bi hîttîter , hettîter re, lê belê dengê h ya bin xêz kirî bi ch
re, yanî hattî, heta bi chattî, cheta re; di
transkrîpsîyonên kevn de nivîskaran bi piranî ch ji dêlva ḥ ya binê wê nuqte kirî bikar tanîn.
Hîn di wê demê de, pir zû Hatî dibe navekî
daîmî ji bo tevahîya welatê rojava (Sûrî û Filistîn), û dibe ku ji ber wê yekê
ye ku mirov dikare di wê nuqtê de li bingeha wê îdîayê bigere, ya ku cihûya vê
dawîyê lê zêde kiribûn; ango Hatî wek xelkekî herî kevnar yê Filistînê ye. Herweha
hîn berî nîvê sedsala nozdehan (1800), di kîtabeyên misrîyan de eynî xelk
hatibû ferq kirin û dîsa li wê derê jî mirov gihêştibû qeneetekê, ku li bakurê
Sûrî, di derheqê xelkekî de dihate xeberdan. Ji ber wê yekê îzahkirina wê gelek
hêsan e ku ew zanista ewrûpîya demeke dirêj li başûrê çiyayê Toros, wek ciyê
Hatîya yê heqîqî dihate gerandin, bi taybetî ew keşfên ewil yên bi misogerî wek
ên hatîya (hîtîta), hatin keşif kirin, tefsîr kirina ew keşfên arkeolojîk li
bakurê Sûrî hatin kirin: li wê derê di derdorê 1870 de li Hema û Helebê gelek
kîtabe hatin ditin, yên ku bi formekî hieroglyf hatine çêkirin û yên ku heta
vêga hê ne hatine wergerandin, li gel wan, şikil şikil nîşane û abîde yên ji hunera
netewî. Tevî wê jî, dûr neajot, yanî hîn di wê demê de wan keşfan balê kişand
cîyekî din. Di sala 1879 de Sayce yê îngilîz ew keşfên nû bi hin teswîrên
kevntr re li hin ciyên kevnar yên Asya Piçûk bi hevre miqayese kir (Boğaz köy li
cem Halys a kevn, di sala 1839 de ji hêla Texier ve hate teswîr kirin, ji hêla
Barth di salên 1859-60 de, ji alî Perrot ji, di salên 1864, di hin weşanan de; üjük
ji aliyê Hamîlton ve di 1842 de hate teswîr kirin, Yazilikaya di 1848 de ji
terefî Layard û gelekên din ve), û hewildana tespît kirina aîdîyeta wan bi ew
ên Asya Piçûk re, ji ew ên dawî, yên bi karekterên Hatî, bi hêsanî ew taqib
kirin. Di nava ew salên di dû re, Jes gelekên cara hewil da ku ew hieroglyfên
hatîya teswîr bike, lê bêhûde; lê belê di sala 1887 de, zanyarîyên di derheqê
hatîyan de, bi carekê berê xwe dan ew faktayên herî girîng, herî biqîmet, bi
rêya keşfên Tell el-Amarna (li n a m e y
ê n - A m a r n a û A r z a w a
binêrin. Îlaweya tekamilkirinê.),
yên ku bi awayekî balkêş dewltek Hatî li Asya Piçûk nîşan didin, û ya ku bi
Fîrewnên misrê, Amenofîsê III yem û Amenofîsê IV em re di reqabetê de bûn, li
ser ew dewletên piçûk yên li Sûrî û Filistîn û daxilî wê, herweha di nav lîstok û dek û dolabên intensîv
yên di dewleta Mîtanî de, li Ermenîstana vêga. Bi pêjinhilanînek dahîyane wê
gavê H. Wînckler ciyê paytexta wî welatî li Boğaz köy tespît kir, û li wê derê
di 1906 de tedbîr û hazirî hatin kirin, di bin birêveberîya wî û Puchstein de ew
xebatên arkeolojîk hatin kirin û mesrefê wê ji, ji alîyê Deutsche
orîentgesellschaft û hinî din ve hatin dayin, netîca wan xebatên arkeolojîk
encamên herî dewlemend dan. Bo nimûne li wir arşîva dewletê derket ser ruyê
erdê, yanî hate dîtin, herweha tibabek dokumentên bi naveroka xwe; dîrokî, dînî,
hiqûqnasî û rêzimanî, gramatîk, yên ku bi zimanê resmî yê wî welatî hatibûn
nivîsandin, lê bi nivîsa bizmarî, mîxî ya navnetewî. Pîştre hê ji nû ve qaîdeyên
bingehî yên zimanê wan belge û dokument hate deşîfre kirin (li Zimanê Xelkê Hatî (Hettîter) binêrin.
Îlaweya tekamilkirinê (se
Hettîtîska språket), hê ji vêga ve gelek tiştên nû ji dîroka
Xelkê Hatî ji bin erdê hatin derxistin. Herweha vekolînên arkeolojîk li Bakurê
Sûrî jî hate destpêkirin Zîncîrlî (Sendschirli) di salên 1890-94 û 1902 de ji
alî; v. Luschan ve, Saktje-gözi di salên 1907 de ji alî Garstang ve; û di 1911
de Karkemisch, yanî Cerablûsa vêga, ya li bakurê Çemê Feratê ji alîyê Hogarth û
gelekên din ve, û xebatên Wolley di salên 1911-14 de, herweha piştî cenga
cîhanî jî) û netîceya wan xebatan encamên gelek biqîmet bidest xistin.
Nuha, Dîroka Xelkê Hatî teqrîben, yan jî bi xetên
qalind dikare bi vî awayî were teswîr kirin. Belkî, di nav demeke hezarsalîya
3:yem ya berî Îsa de, dibe ku, yan jî mirov dikare bêje qismek ji wan xelka ne îndûewrûpayî bûn, Xelkê Hatî jî di nav de, paşê ew ji terefî êlek îndûewrûpayî ku navê wan ne diyar bû hate
bindes kirin, lê belê ne arî, yên ku li gel wê yekê jî pir mimkun e, ku ew di
nav xelkê li wir, yê eslî û kavnar de hatibin helandin, lê li gel wê jî wan li
dû xwe îdyomê xwe yê xurt hiştibûn, yê wek zimanê standart (hêjayî hizirê ye ku
ew yek eşkere ye, formê navan ne îndûewrûpayî ne). Ev dewleta ha, ya ku navê
paytexta wê jî Hattî bû, di dîrokê de cara ewil bi minasebeta têkçûna
qiralê dawî yê xanedana Babilyon Śamśuditana (1926 b. Î),
derket meydanê, Babilyona ku ji alîyê Xelkê Hatî ve hatibû dagirkirin. Dîsa jî
ew li wî welatê bicî nebûn, lê belê cî dan arîyên ku ji rojhilat ve hatin, yên
ku bi navê Kasîta (Kassîter) di nava hezarsalîya 2:yem ya berî Îsa de bûn
hikumdarên Babilyon û yên ku li Armenien dewletek nû ava kirin; Dewleta Mîtanî
(li Mîtanî binêre), yên ku bi xelkê
kevnar yê Dewleta Hatî re ji eynî eslî bûn, lê bi arîstokratên arî re.
Di nav ew sedsalên li pey de, di derheqê Dewleta Hatî de zêde tiştek
nahate bihîstin; gelek navên keyayên wan tradera bûne, yanî wextê ew nav ji
nivşekî derbasî nivşekî din bûne, di wan de guhertin çêbûne, lê heta vêga di
derheqê kronolojîya wan de dîtinek yekgirtî derneketîye. Wexta Thotmesê IIIyem
behsa Dewleta Hatî deke, wek dewletek li cîyekî dûr, ya ku xerc (tribut)
dide dike. Çavkanîyek muhîm ji bo ew dîroka kevnar a Xelkê Hatî kîtabeyek
dirêj, ya qiralekî diyar Telibinus e
(Telîbînû keyayekî Xelkê Hatî bû), yê ku belkî jî aîdî sedsala pazdehan (1400)
a b.Î (berî Îsa) bû; tevî wê jî ew kîtabe hêja bi temamî ne hatine wergerandin,
ew qismên ku hatine wergerandin jî bi tenê destpêka wergerek di ser re ya kîtabeyê
ne. Bi temamî derketina Dewleta Hatî ya ser dika dîrokê, cara ewil bi
rêya ew hikumdarê mezin Subbiluliuma (teqrîben
1385-1345, b. Î) bû. Bi derketina xwe ya ser text re wî Dewleta Mîtanî di halekî
xerab û di nav şerekî di navbera keyayên Mîtanî, yên ku ji bo text bi dest
bixin de dit. Duśratta yê ku nû wê gavê bi darbeyek qesrê derketibû ser text,
li dij birê xwe Artatama di nav şerekî de bû, yê ku bi kurê xwe re li Kinza di
Naharain de xwe bi cî kirin (herêma navbera Orontes û bakurê Çemê Feratê) û bi
keyayê Hatîyan re pîlanan digerandin. Perspektîvekî hê mezintir ji bo wî li
alîyê başûr vebû, wê çaxa ku serokê Misrê Amenofisê IV:em ketibû nava ponijînek
kûr a dînî, ji ber wê yekê di polîtîkaya derva de bi temamî ket nava
bêçaretîyê, û ew kolnîyên wî yên li Sûrî dest bi xebata serbixwebûna xwe kirin.
Beşekî bi hêz ji mîrekên piçûk yên amorîtan li Libnanê, bi alîkarîya keyayê
Hatîya eşkere polîtikayek li dijî Misrê meşandin; serokê wan Abdaśirta û kurê
wî Aziru, tevî lidijderketinek bihêz ji alîyê mîrekên feniciya, yên ku dostê
Misrîyan bûn jî, lê belê bi awayekî wilo şareza doza xwe bi rê ve birin, ku di
dawîyê de Arizu ji terefê Amenofis IV bi xwe ve, wek qiralekî îtaetkar ji bo
xwe, wî wek qiralê Sûrî qebûl kir. Hingê Subbiluliuma pêre pêre midaxele kir û
ew ê ku wî ew demekê parastibû, wî bi temamî mecbûrî teslîmyetê kir, bi wî
awayî wî desthilatî li seranserê Sûrî xist destê xwe. Di nava demê de rewş li
Dewleta Mîtanî sitewîya. Duśratt i ji terefî kurê xwe Mattiwaza ve tê kuştin,
yê ku ew jî derhal ji alîyê apê xwe Artatama û kurî wî ve tê qewirandin. Hingê
ew revîya çû Welatê Hatî, bi qîza Subbiluliuma re zewicî û bi artêşek
cengê a Dewleta Hatî re paşve vegerîya Mîtanî. Asûrîya jî, wê yekê wek keysekê
ditin û xwestin hin herêmên Dewleta Mîtanî dagir bikin, ji wê fersednê îstîfade
bikin, Di rastîyê de, ew qismê mayî di bin destê Subbiluliuma de bû û herweha
hikumdarê ekserîyeta bakurêrojavayê Asya jî. Ewan bûyera tev, wilo xwiya dike
ku teqrîben ew di navbera salên 1387-65 yên b. Î de qewimîne. Subbiluliuma bi
Misrê re rasterast, dîrekt ceng nekir, lê belê peymanek bi serekdewleta wê re
kir, muhtemelen bi Horeheb re, ya ku Nharain û Amurru (= Sûrî) wek aîdî Hatî
hate qebûl kirin, lê Kanaan û Fenicien aîdî Misirê. Wilo xuya dike ku, di
demeke pir kin piştî wan bûyeran, Subbiluliuma mirîye (teqrîben di 1345 de), û
kurê wî Arnuvandas I dikeve şûna wî, yê ku tevlî wê jî piştî hikûmetek pir dem
kurt dimre û birê wî Mursilis II dikeve şûna wî (teqrîben 1345-1295). Ewî dewlet
di nav tevlihevî û bêserûberîyek mezin de dewr sitend û ew mîrekên ku pê ve
girêday bûn devjêberdidin, ya ku ew bixwe di kîtabeyek ku li Boğaz
köy de hatibû dîtin de vedibêje. Dema pêşî a hikûmeta wî, ji ber wê yekê bû xurtkirina
dewletê, hem li rojhilat û hem jî li rojava. Tevî wê jî ew wê gavê bi Misrê re ket nava şer, ya ku di dema
xanedana 19:mîn de ji nû ve destûr sitendibû (ji 1321) û di nav hewildaneke nû
de bû ku ji nû ve li Asya împaratorîya xwe fire bike. Seti I hêza xwe li
Fenicien û Palestina xurt kir (1328) û li Kades bi temamî zora Mursilis bir. Ramses
II dîsa aşîtî îhlal kir û li dijî Sûrî dest bi gelek seferên şer kir; û teqrîben di 1295 de careke din
zerarek mezin li Kades da Xelkê Hatî û serkeftî paşve vegerîya Misrê, li wir
qehremanîyên wî, yên ew şerên wî, bi relîefyên mezin li Karnak û Luksor hatin
metih kirin. Demek pir kurt piştî wê Mursilis II dimre û kurê wî Mu (va) tallu
dikeve şûna wî (1295-85), yê ku ji nû ve dest bi şerekî dike û ji nişka ve bi
ser Galilêen de digre. Temamê Palestina teslimî wî dibe û Ramses mecbûr dibe ku
gav bi gav ji nû ve welat dagir bike (1292). Tevlîhevîyên hindirîn hişt ku
Mutallu pasîv bimîne û Ramses dikaribû careke din ji nû ve şer bibe Naharain, û
wî ewder dagir kir; serokê amorîtan Put-ahi yê ku dostê Xelkê Hatî bû,
hate mecbûr kirin ku desthilatîya Misrê qebûl bike. Lê belê tevlî wê jî, Xelkê
Hatî dikarîbû di demeke pir kurt de dîsan kolonîyên xwe bidest bixe û Put-ahi
bi mirovekî hê sadiq û pêbawer re tê guhertin. Mutallu di 1285 de dimre û
birayê wî yê jê piçûktir Hattusilisê IIIyem dikeve şûna wî (1285-55), yê ku
hewil da û xwest bi Misrê re li hev were. Herdu alî jî bêtaqet mabûn û
ihtîyacîya wan bi aşîtîyekê hebû û ji hardu terefan jî tawiz hatin dayîn. Xelkê
Hatî ji nû ve careke din merteba Put-ahi lê vegerandin, li Sûrî, pêşî li
danûsitandinan vebû û bi peymanek xerîb bi encam bû, dibe ku di (1279) de be, bêguman ev cure dokument yê herî kevnar e
ku dirok wê dinase. Ji wê dokumentê du formulasyon hene, yeke misrî û yek
jî babilyonî. Hattusilis pêşî destûr da ku bi hevtêgihîştinekê û bi
danûstandinekê bi misrîyan re, ku nivîsek, tekstek bi misrî redakte bikin, ya
ku li ser lewheke zîv hate nexişandin (nivîsandin) û pêşkêşî Ramses hate kirin;
wî jî ji hêla xwe ve hişt ku ew nivîs bi zimanê dîplomatîk ê babilyonî yê
navnetewî were nivîsandin, û li ser lewheyek ziv were nexişandin û ew ji Hattusilis
re şand. Dokumentên wan tekstên eslî, orjînal hinda ne, lê belê kopyak ji ew
teksta misrî li Karnak heye û gelek kopyayên din yên babilyonî jî di arşîva Boğaz
köy de. Ew lihevhatin nebû mani, ji bo ku Hattusilis tavilê peymanekê bi
Put-ahi re îmze bike, ya ku bi temamî wî kir mirekê bin desthilatîya
Xelkê Hatî (Hatti). Dostanîyek bi Misrê re, bi rêya zewaca Ramses
bi keça Hattusilis re tê tesdîq kirin, û bavê wê bixwe wê dibe Misrê
(1266). Li rojhilat, welatê wî ji ber dewleta Asûrîya a nû ve di nav zor û
zehmetîyên mezin de bû, ya ku bi temamî Dewleta Mîtanî dagir kir û desthilatîya
Xelkê Hatî ji wir qut kirin. Ji bo ku Hattusilis xwe biparêze, têkilatîyên
nêz bi Babilyon re danî, lê belê wê gava ku Babilyon ji alîyê asûrîyan ve hate
dagir kirin (1248), ew destek jî ji ortê rabû. Wê demê Hattusilis jî mir
û kurê wî Dudhälijas II dikeve şûna bavê xwe, piştî ew kurê wî,
Arnuvandas II bû xwedîyê text; piştî wî keyayekî din jî habû, Dudhalijas
III yê tê zanîn. Bi ewan mîrekan re dewlet serberjêr diçe û dest pê dike ber bi
xerabûnê ve diçe; û her ku diçû gef û tehdidên hêza mezin a Asûrîya ya ku xwe
firehtir dikir, mezintir û xurttir dibûn. Teqrîben di 1180 de Dewleta Hatî, li Asya Piçûk bi dagikirinekê ji terefê hin
xelkên hov ji alîyê rojava ve têk diçe, lê belê li başûrê Toros gelek dewletên
piçûk yên Xelkê Hatî hebûna xwe berdewam dikirin, û yên ku navenda wan li
Karkemîş bû û nêzî 500 salî dom kir; ew bajarê ku navê wî derbas dibe, di sala
717an de ji alîyê Sargon ve tê dagirkirin.
Xelk,
dîn û kultur. Gelek wêne, peyker û sûretên misriyan,
bi peyker, wêne, sûret û yên wek wan re, bi yên Xelkê Hatî re tên teyid kirin,
hin nijad ji wan bi hêsanî dikare hem ji yên semîta û hem jî ji yên îndoewrûpîyan
were ferq kirin; nîşaneyên eşkalên wan mezin in, pozekî stûr û tewandî, enî
nizm û paşde paldayî, dev piçûk, kin û xurt û formê zexm. Rûyekî bêrî, por bi
şiklekî wilo hatîye çêkirin, weke gulîyek mezin bi paşstû ve daleqandî.
Cilûberg ji kirasekî kurt pêk tê, sol, ji alîyê pêçîkên nig yên pêş ve, ber bi
jor ve tewandî û şaşikek an jî kumekî bilind di şiklê kon de. Di nezera wan a
ruhanî de, wilo xuya dike ku ev nijad zêde di bin tesîra xelkên cîran de maye,
lê belê ew yek vê jî dide xuyakirin ku ew xwedî taybetmendîyek xas a
karakterîstîk ya neteweyî bûn û ji ber wê yekê jî wan tu şopên din yên negirin
di dîrokê de li dû xwe nehiştine. Di dînê wan de gelek Xuda xuya dikin, gelekên
caran hema bêja raste rast bi karakterên herêmî û raserî wan ew Xwedawenda
mezin xuya dike, ya ku pişt re li cîhanê wek Cybele tê nasîn, Xudayê mêr yê heri
mezin, yê di asta wê de, bi navê Attis yan jî Agdîstîs tê naskirin, hê ji wê
çaxê ve ew wek roja mezin û Xwedayê jor dertê meydanê, di teswîrkirinek Yazılıkaya
de, wêneyekî daweta wan li ser singa keyayekî nîşan dide ku bê çawa, di şahîya
biharê ya mezin de, di merasimek pir mezin û bi amadebûna qelebalixek ji
xwedayan, keşeyên mêr û keşeyên jin ve tê pîroz kirin, nîşan dide. Îbadetê wan di
merasimê de orgîastîk bû, keşeyan xwe bi xwe dixesandin, di dema mestbûne,
cizbê (extase) de. Keya wek înkarnatîona Xwedayê rojê dihate dîtin. Xudayekî ku
pir ji dihste hezkirin, Xudayê birûskê Tesup bû, sûretê wî bi birûsk û çakûç re
hatiye çêkirin; ew nimûne (prototîp) ye bo ew ê aramî û asûrî Hadad – Adad, yê
ku li Asûr hertim bi cilûbergê Xelkê Hatî tê teswîr kirin. Bi navê Juppiter
Dolichenos di dema qeyserê roma de, wî tûra meşa serketinê li cîhanê avêt
(teswîrek wî li ser bronz hatîye ditin,
bo nimûna li ba Hedderheim li Frankfurt a. M.). Arîstokratên Dewleta Mîtanî
Xwedawendên xwe yên Arî dihebandin (Îndra, Varûna, Mîtra, Näsatya), herweha
hebandina Mîtra û Xwedawenda Hîvê jî hate nav Asya Piçûk, ya ku li wê derê
formên karakterîstîk yên ku dawîyê ji bo dîroka dîn xwedî maneyek herî girîng
bû perwerde dikirin. – Ew hunera Xelkê Hatî hêja xav û zede nekemilî bû û mirov
nikare wê bi ya misrîyan û bi ya babilyonîyan re miqayese bike. Tesîra ew ên vê
dawîyê pir kevnar in û koka wan qismî ji ew kolonîya bazirgana, ya ku hê ji
destpêka hezarsala 3:yem ya b. Î de dikare li Kapadokya were tesbît kirin
(belgeyên ji Kültepe); bêşik ji Babilyon jî qertelê cot, çekên Dewleta Hatî,
yên ku ji alîyê Xelkê Hatî ve li Asya Piçûk hate dest pê kirin û ji wê derê jî
bi rêya selçûkîyan li Ewrûpa bela bû, pişt re herweha nivîsa bizmarî û bi wê re
jî gelek elementên kulturî. Ji nîvê hezarsala 2:yem ya b. Î de, tesîra Misrê
diyar e; dibe ku bo nimûne îlhama çêkirina Sfînxen ji wê derê hatibe (gelek
nimûneyê wan li Boğaz köy), (lê belê van
salên dawî, li Rihayê peykerê Sfînxen, yê ku bi hezarên salan ji yê Misrê hê
kevntir hatine derxistin, têbînîya
werger), yên ku li vê derê formên jinan girtine, yên ku li Misrê wek
şêr bi serê însan Fîrewn temsîl dike; bi formê xwe yê Xelkê Hatî, ne bi formê
Misrî, ew hem derbasî Yûnan û hem jî derbasî Babilyon bûne. Yekî din yê ku
çavkanîya wê ji Misrê ye ew teswîra roja bibazik (solskivan), (yanî sûretê rojê û li kêleka wê rast û çep
şiklê bazika hatine çêkirin û ew sembol
hema bêje di temamê medenîyetên ku Kurda ava kirine de heye û wan sembolîze
dike, têbînîya werger) ya ku bi formê karakterîst yê
Xelkê Hatî; pêşî derbasî cem asûrîya bû, û ji cem wan jî derbasî ba persa bû. Pişt
re, misêwa çêkirina Xwedayan li ser ciya û heywana xusûsyetek eslî ya Xelkê
Hatî ye, ya ku asûrîya ji wan dewr sitend, dîsa bi eynî awayî di hunera
avakirina avhîya de, ew a ku bi navê sitîla-bît-hîlanî,
ya ku bi pêşhêwanek mezin, yanî hêwanek mezin li pêşîya xanî, bi du sitûnên
ku li ser wan ban û bi birc û diwarên zexm dorpêçkirî tê karaterîze kirin. Ew
herdu xisûsyetên gerîb, yên ku navên wan vê dawiyê derbas bûn, yên Xelkê Hatî
wek yên kultura Mînoa (minoiska) ne, yên ku pêwendîyên wan bi Xelkê Hatî re wek
pirsek ku hê nehatîye zelal kirin maye; bêşik ew deverên kultura Xelkê Hatî
berfireh bû û heta Derya Ege girtibû nav xwe. Bi kurtî, yan jî bi xetê kalind
ev resûmê ji tevahiya ew edebîyata ku di derheqê Xelkê Hatî de, heta 1922 heye.
G. Contenau, ”Elêmentes de bibliographie hittite”
(Paris, 1922). H. S. N.
Çavkanî: Nordisk familjebok /Uggleupplagan 1924
Wêne: Ji kitêba C. W. Ceram, Efter 4000 år hettiternas gåta löses
Piştî 4000 sal sirê hettita tê eşkere kirin
Kurdîya wê: Ew Welatê Hetita
li Newala Teng û Çiyayê Reş Hata keşifkirin.
Piştî 4000 sal sirê hettita tê eşkere kirin
Navê orjînalê kitêbê yê almanî: Enge Schlucht und Schwarzer Berg
Entdeckung des Hethiter Reiches.
Entdeckung des Hethiter Reiches.
Werger ji siwêdî: Key Xusre 2018 12 26

Inga kommentarer:
Skicka en kommentar